Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropayê hilbijartina serokatîyê ya li Zimbabwe wek ne rewa dide nasîn


Yekîtîya Ewropî di daxuyanîyekê da hilbijartinên serokatîya Zimbabwe red dikit û wê bi pêvajoyeke ne rewa û şermizarîya sîyasi didete nasîn.

Di axaftinekê de bo peyamhinêran li Bruksel îro heynî peyivdara Komîsyona Yekîtîya Ewropî got dengdanê çi rastî û dirustî nîne û encamêt wê jî dê ne rewa bin.

Welatêt endam di Yekîtîya Ewropa da daxwaza liber girtina pîvanêt nû li dijî serokê Zimbabwe Robert Mugabe dikin jiber ku her bi gotina wan Mugabe dixwaze bi rîya zordarîyê li ser kursîya desthilatdarîyê bimînit.

Ji alîyê xwe ve hikumeta Îtalyayê ji Yekîtîya Ewropayê daxwaz kir da ku balyozê xwe ji Harare vegerînît.



XS
SM
MD
LG