Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestîniyek bi bildozerê sê kes li Urşelîmê kuştin

Karbidestên Israelî dibêjin felestîniyek bi bildozerê çuwe ser jimareka otombîl û hevwelatiyan li Urşelîmê, bi kêmî ve sê kes kuştin û 45 kesên dî birîndar kirin.

Karbidest dibêjin wê bildozerê xwe bi otobîsekê dada li rêka serekiya Caffa ya Urşelîmê roja çarşembî, ew otobîs wergerya û bi otombîlên dî keft.

Serbazekê Israelî, ku li cihê wê buyerê bu, teqe li wî şofêrî kir û kuşt.

Peyvdarekê Polîsê Urşelîmê gote Dengê Amerîka ku ew buyer hêrişeka tîroristî ye, ku ji layê felestîniyekî xeklê Urşelîma Rojhelat ve hatiye kirin.

Giropên çekdariyên Hemas û Cîhada Islame berpirsiyariya xwe biramberî wê hêrişê ret kirin. Lê peyvdarê Hemasê Samî Ebu Zuhrî got eve buyerê karvedana hêrişên Israelî ye dijî Felestîniyan.

XS
SM
MD
LG