Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raspêriyeka Amerîkî bizavê diket qanona ragehandina şerî bigûrin


Du wezîrên derve yên Amerîka yêt berê roja sêşembî pêşnyaz kir ko awayê pişikdarya Amerîka di şerî da bête guhertin.

Ew dibjin, heke li paşerojê welatî pêtivî bi destpêkirina şerî hebit, li dîv qanonê tivye serok pirsê bi Kongrisê biket û Kongris jî di 30 rojan da degdanê bo şerî yan dijî şerî biket.

James Baker û Warren Christopher rêberiya vekolîneka yek salî ya raspêrya Hêzêt Nîştîmanî yêt Şerî kir bo. Wan bernama xwe roja sêşembî di gotarekê da li Waşinton belav kir u ragehand.

Armanc ji pêşniyaza raspêriya Hêzêt Nîştîmanî yêt Şerî ewe ko biryara sala 1973 ya hêzêt şerî baştir lê biken.

Baker û Christopher her du dibjin ew biryara bê egere û ne qanonî ye

XS
SM
MD
LG