Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Israelî û Felestînî li Parîs kom bun


Serok wezîrê Israelî Ehud Olmert dibêjit rêkeftineka aştî digel Felestîniyan çi cara wekî nuke nizîk nebuye.

Birêz Olmert geşbîniya xwe biramber bi aştiyê ragehand piştî kombûnê digel serokê Felestînî Mehmûd Ebbas li Parîsê.

Birêz Olmert got danûstandinên aştiyê zor micidin. Herdu rêber li Ferensa ne bo pişikdarî kirin li kombûna lutkeyî ya Yeketiya Mêdîterênyen.

Rêberên Felestînî û Israelî daxaz ji Yeketiya Ewropî kir rolekê zêdetir li piroseya aştiya Rojhelata Navîn bibîne.

Bi layekê dîve, birêz Olmert got Israel hîvî dare li demekê nizîk peywenda rastewxo digel Surya biket.

XS
SM
MD
LG