Karbidestên Turk dibêjin di du peqîna de li Istanbulê 17 kes
hatin kuştin û 150 kes birîndar bun.
Fermandarê
Istanbulê Mu'emmer Guler dibêjit we pê diçe ew peqîn karê Partiya Karkerên
Kurdistanê ye. Lê PKK berpirsiyariya xwe
biramberî wan peqîna red kir.
Yeketiya Ewropî bi tundî ew peqîn mekûm kir û soz da alîkariya Turkiyê biket li şerê dijî tîrorismê.
Ev hêrşeş berî biryara
dadgeha bilind ya Turkiye ye roja duşembî li ser berbend kirina Partiya Dad û Pêşveçûnê,
AKP.
Dadpirsê giştî yê Turk Abdulrrahman
Yalçinkaka AKP tombetbar diket bi bizav kirin bo guhrîna sistema sêcular ya
Turkiyê bo sîstemeka Islamî.