Grupek mafêt mirovan didete zanîn ku Îran bi qasî pêdivî kar naket jibo rê girtinê li ferq û cudahîyê dijberî xelkê Kurdê wî welatî û dûr nîne ew giriftarî xirabtir jî bibit .
Raportek Rêkxistîya Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ku roja çarşembîyê hate belave kirin, eşkere diket ku jinêt Kurd bi taybetî bûyîne qurbanîyêt ferq û cudahîyê.
Ew raporte dibêjît jinên Kurd dikevine nav çengên bend û astengên civakî ku dibine rêgir li pêşberî xwendin û xwepêgihandinê, herwisa dibine egera zewicandinêt bi xurtî, tundûjîyêt navxweyî û herwisa kuştinkarîyêt li ser namusê. Ew dibêjît Îran bi radeya pêdivî kar nekirîye jibo bi domahî anîna bi gotina wan "xeleka tundûtûjîyê"
Ew raporte herwisa didete zanîn ku bi berdewamî Kurd ji destê ferq û cudahîyê ku reh û rîşeyek kûr heye, azarê dibînin. Herwisa ew grupa mafên mirovan dibêjît 12 milyon Kurd li Îranê dijîn ku 15% hejmara xelkê wî welatî pêk tînin.