Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perlemanê Iraqî negehişte rêkeftinê li ser helbijartina Kerkukê


Endamên perlemanê Iraqê roja yekşembî serkeftî nebûn li çareser kirina kêşa dabeş kirina desthelatê li bajêrê Kerkuk yê dewlemend bi neftê.

Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka endamê perlemanê Iraqê Mehmûd Osman got partên siyasî yên cuda neşiyan bigehine rêkeftinê û kombûna perlemanî hate paşêxistin.

Endamên perlemanê Iraqî mişt û mirê li ser bernivîsa kanona helbijartina parêzgehan diken ku kursiyên cıvata parêzgeha Kerkukê bi yeksanî bi ser Kurd, Ereb û Turkmena dabeş ket.

Nuke, Kurdên Iraq û hevalbendên wan zorîne ne li cıvata parêzgeha Kerkukê.

Bi layekê dîve, polîsê Iraqî ragehand ku bi peqîna otombîlekê li Bexda 12 kes hatin kuştin û bi kêmî ve 22 kesên dî birîndar bun.

Bo pêzanînên pitir li ser kombûna perlemanê Iraqî , fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG