Breaking News

Gumanlêkirîyên terorîst li Çînê 16 polîs kuştin

Medyaya dewleta Çînê dibêje gumanlêkirîyên terorîst îro hêrîş kirîye grupek polîsan li Xinjiang û bi kêmîve 16 ji wan kuştine.

Ev hêrîşe çend roj berî destpêka Olîmpîyatên Bejingê hate kirin li herêmeka Misilmanan li bakura rojava welatî.

Ajansa fermîya nûçeyên Xinhua dibêje du hêrîşberan qamyoneke gemarê ajotiye ser bingeha polîsan, du bombeyên ku li malê hatine çêkirin avêtine nav avahîyê û berî ku bêne girtin, wan bi kêran êrîş kirine polîsan.

Raporta nûçeyê ew hêrîş dixe ser stuwê Bizava Îslamîya Turkîstana Rojhilat ya ku jibo Xinjiang hewl dide serxwebûnê bi destve bîne.

Xinhua li ser zarê polîsên Xinjiang dibêje grupê plan hebûne ku çend roj berî Olîmpîyatan hêrîşan bike.

Misilmanên Uygurên Xinjiang (ku xelkekî Misilmanên Turkî ye) çendîn salan li dijî desthilata Çînê bi şêweyeke nizm û sivik serhildanekê dimeşîne.


XS
SM
MD
LG