Şeş hêzêt mezinêt cîhanê dibêjin Îran dê berev rûyê sizayên zêdetir bît eger bêt û ew bi awayek erênî bersiva pêşnîyazên wan yên alikarîyê li hember ragirtina zaxkirina uranyumê nedet.
Gonzalo Gallegos ku wek peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka kar diket dibêjît pênc endamên herdemîyên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî, Britanya, Çîn, Fransa, Rusya û Amerîka digel Almanya roja duşembîyê bi rêka telefonê konferansek sebaret bi nebûna bersivê ji alîyê Îranê ve girêdan.
Gallegos dibêjît tête çaverê kirin ku îro sêşembîyê bersîvek nivîskî bête berdest kirin.
Karbidestên Britanya gotin ew dê piştgirîya sizayên zêdetir bikin eger Îran heta wî wextî bersivek erênî nedet.
Berî hingî roja duşembîyê peyivdarek Ewropa got danustankarê navokîyê Îranê Said Celîlî herwisa berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewropa Javier Solana jibo behs kirin li ser wê pirsê bi rêka telefonê gotûbêjek dayêxistî birêve birin.