Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêje piştrast kirin jibo Koreya Bakur pêdivî ye


Serokê Amerîka George Bush dibêjît Koreya Bakur divîya li ser piştrast kirineke li dor programa xwe ya çekên navokî razî bît, eger ew dixwazît cihê xwe dinav civaka cîhanî da baştir biket.

Birêz Bush evro çarşembîye ew axaftine dinav konferansek rojnamevanî da ligel hevtayê xwe yê Koreya Başur li Myangbeg li Seoulê kirin.

Serokê Amerîka got danustandinên niha yên şeş alîyane baştirîn rêke ku ew rejime bête razî kirin dest ji zêdexwazîyên xwe yêt navokî berdet û birêz Bush herwisa got piştrast kirin divîya bête kirin berîya Koreya Bakur ji lîsteya Amerîka ya welatêt piştevanêt terorîzmê bête derêxistin.

Wi herwisa daxwaz ji Çînê kir ku rêzê ji azadîya olî bigrit demê got dê xeletî bit ku hizr û bawerîyêt olî bêne tepeser kirin.

XS
SM
MD
LG