Breaking News

Qanundanerên Amerîkî dixwazin ku Iraq dahatîyên petrolê yên îsal jibo jinûve avakirina welatî xerc bike

Ofîsa Muhasebeya Hikumeta Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêje îsal jiber bilindbûna buhayê petrolê nêzî 79 milyar dolar dikave bikeve destê Iraqê. Ev jimar du caran li dahatîyên petrolê yên salên 2005 û 2007an e.

Dahatîya bilindtir ya niftê dibe ku pareyek nêzî 50 milyar dolaran bixe nav butceya hikumeta Bexdayê. Ev zêdehîya dahatîya niftê bala mezine-senatorên herdu partîyên siyasîyên Amerîka kişandîye.

Rêvebirê Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Civata Senatoran Carl Levinê Demokrat ji Michigan û Senatorê Virginia yê bilind ji vê Komîteyê yê Komarî John Warner, herdu dibêjin divê ku Iraq ew pare bide hevwelatîyên Amerîka yên ku baca xwe bi jimareke nêzî 48 milyar dolaran li ser avakirin û aram kirina Iraqê xerc kirine.

Raporta GAO dibêje wezîrên hikumeta navendî ya Iraqê par tenê 11% ji butceyê xerc kirine ku ev jî kêmî 900 milyon dolaran bûye.

Raport dibêje ji sala 2003, ji dema dagirkirina Iraqê were heta niha Welatên Yekgirtîyên Amerîka zêdeyî 23 milyar dolaran li ser tenahî, nift, elektrîk û ava Iraqê xerc kirîye. Ji sala 2003 were heta meha çar-Nîsana îsal hikumeta Iraqê kêmî 4 milyar dolaran li ser van xizmetan xerc kirîye.


XS
SM
MD
LG