Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derveyê Iraqê dibêjitin divîya Amerîka demek rohn jibo vekêşana hêza xwe dîyar bikit


Wezîrê Derveyê Iraqê dibêjitin divîya Amerîka demek rohn jibo vekêşana hêza xwe dîyar bikit weku pişkek ji rêkeftina parastinê ya demdirêj.

Birêz Hoşyar Zebarî got danustandin gelekî nêzîkî yekin bo rêkeftinê û bo demek vekêşana hêza Amerîkî têda bit.

Karbidestên Amerîkî dibêjin danustandin berev pêş ve diçin lê li ser berwara vekêşanê rêknekeftine.

Karbidestên Amerîkî dibêjin demê vekêşanê divîya Civata Tenahîya Neteweyen Yekgirtî dîyar bikit.

Ji alîyekî din ve bi bombebaran kirina bi hêz duhî yekşembê li Iraqê bi kêmîve 13 kes hatine kuştin.

Di hêrîşeke din de çekdarek li gel xwokujek hêrîş kirine ser serbazên Amerîkî li devera Tarimîye li bakurê Bexda ku çar Iraqî û serbazekî Amerîkî kuştin.

XS
SM
MD
LG