Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derveya Amerîka huşdarîyê didete Rusya ku ew yarîyek gelek bi gefe dileyîzît

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice huşdarîyê didete Rusya ku ew yarîyek gelek bi gefe dileyîzît bi derxistin û nîşandana hêza xwe ya leşkerî.

Rice li Brukselê ye da ku pişikdarî civîna demûdest ya Wezîrên Derveyên welatên endamên NATOyê bibit ku sebaret şerrê vê dawîyê dinavbera Gurcistan û Rusya da dê îro sêşembîye birêve biçît.

Rice roja duşembîyê got NATO dîyar kiriye ku têbînîyêt stratejîkên Rusya red biket piştî ku serbazêt wê çûne nav Gurcistanê.

Peyamhinêrê Dengê Amerîka Al Pasin raportek li ser vê kêşeya Gucistan hinartîye û eger hun bixwazin lê guhdarî bikin ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje "Li raportê guhdarî bikin" bitiqînin.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG