Breaking News

Hejmara qurbanîyên firoka li Madrid kete xwarê gehîşte 153 kesan

Firokeya Spanî ji Madrîdê berev bi havîngeha Giravên Kanarya ve dîçû. Şahid dibêjin firoke xwestîye ku bi hewayê keve belê bi ser rêka firokexanê ve kaş bûye û ji nişkêva agir pê ketîye.

Di destpêkê de agahîya di derbarê çewanîya bûyerê de zêde ne dîyar bû, belê raport dibêjin ku agir bi yek ji makîneyên firrokeyê ketîye.

Firokeya ku li Madrid ket xwarê MD-82 bû û yek ji firokeyên McDonnell Douglas MD-80 bû ku ji salên 1980 yan were heta niha dihatin bikar anîn.

Şarezayek dibêje dibe ku lêkolîna li ser egera ketina firokeyê zêdeyî salekê jî bidome.

Şirketa hatinûçûna asmanî ya Spainair di bin baska şirketa Scandinavian , SAS. de kar dike.

XS
SM
MD
LG