Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêkeftina muşekan ya li navbera Polonya û Amerîka Rusya ture kir


Rusya bi tureyî ve dijkiryar li hember îmza kirina rêkeftina berevanîya muşekî dinavbera Polonya û Amerîka da nîşan daye û huşdarî daye ku bersiva Moskow bi pêşde birina zêdetir ya sîstemên muşekî dê biçîte derveyî tixubê dîplomasîyê.

Wezîrê Derveyê Rusî li Moskowê got ew sîstemê muşekî yek ji demûdezgehêt gelek bi gefeyêt projeyet leşkerî yêt Amerîka ye û çi berevanî kirin û yan parastin li dijberi tiştên gotîne ku gefeya xeyalî ya Îranê berdest naket.

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û hevtayê wê yê Polonî ew belgename roja çarşembîyê li Varşavê îmza kirin ew jî rojekê piştî ku kabîneya Polonî ew bi fermî pesend kir.





XS
SM
MD
LG