Hatîye raport kirin danûstankarên Iraq û Amerîkayê bernivîsa rêkeftinek parastinê sebaret rewşa paşerojê ya heza Amerîka li Iraqê temam kirîne lê belê Seraya Sipî dibêjîte rêkeftina herî dawîyê nehatîye berdest kirin.
Karbidestên Iraqê dibêjin ew bernivis jibo pesend kirinê berev hikumetên Iraq û Amerîkî hatine hinartin.
Associated Press ji karbidestên Amerîkî û Iraqî vediguhêzît ku dibêjin ew bernivîs daxwazê li Amerîka diket ku heta meha şeş sala bihêt dest biket bi paşve kêşana hêzêt xwe ji bajêrên Iraqê.
Karbidestek pillebilindê leşkerê Amerîka gote wê ajansa dengûbahsan ku ew pêşnîyaz li ba Amerîka ve dê bête qebul kirin û pêdivî bi pesend kirina fermî ji alîyê serok Bush ve heye.