Neteweyên Yekgirtî didete zanîn ku ew vekolînê li ser wan raportêt şerrî li kampek mişextan li herêma Darfura Sudanê diket, ya ku di encama wan şerran da alîyê kêm 27 kes hatîne kuştin û bi dehan kes jî birîndar bune.
Peyivdarek hêza aştîperezên Neteweyên Yekgirtî li Darfurê Nureddîn Meznî gote Dengê Amerîka rêberê serhildawan dibêjin hêzên hikumetê bi teqe kirina li akincîyên wê kampê gunehbarin.