Breaking News

Hillary Clinton piştevanîya xwe dîyar kir bo Barack Obama

Hillary Clinton daxwaz ji Partîya Demokrat kir li pişt serê Barack Obama hev bigrin û wî weku serokê Amerîka hilbijêrin, demê gotî partîya wan çi wext nîye ku dest bidet û çi deng jî nîne ku bi heder bidin.

Wê roja sêşembîyê dereng wext bo hejmarek xelkê li kombûna niştimanîya Demokrata li Denver axift, li wî cihê ku tête çaverê kirin Barack Obama roja pêncşembîyê weku kandîdayê demokratan bête destnîşan kirin.

Herdu senatoran bo çend mehan bi tundî berîkaneya hevûdu kirin da ku bibine berbijar ji partîya xwe.

Guhdarên hêja yên Pişka Kurdî ya Radyoya Dengê Amerika li dor wê çendê di bernameyên radyoyê de bi dirêjahî raport amade ne. Eger hun bixwazin guh bidine wan raportan ji kerema xwe re li beşa Audiyoyên Kurdi (http://www.voanews.com/kurdi/broadcast_table.cfm) guh bidine bernameyên radyoyê.


XS
SM
MD
LG