Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî dibêjit Amerîka daxwaz kiribû ku rêk jêre bête dan serbazêt xwe heta sala 2015 di cih de bihêlit, lê belê piştî serrêkeftina 2011 bo vekêşanê razî bûye.
Birêz Talabanî roja çarşembîyê got wextê dîyar kirî bo vekêşanê pişkek e ji rêkeftinek parastinê ya muddehek dûr û dirêj behs li ser tête kirin û dinavbera karbidestên Amerîkî û Iraqê da rêkeftin li ser hatîye kirin.
Karbidestên Amerîka dayîne zanîn ew nêzîkî rêkeftineke digel Iraqê bûne lê hêjta çi rêkeftinên dawîyê nehatine berdest kirin.
Dinav dengûbahsek din de qumandarê destekên marin ên Amerîka General James Convey dibêjît hêzên Amerîka dê kontrol kirina parêzgeha Anbar ya Iraqê dinav çend rojan de bidine dest hêzên Iraqê bixwe.