Breaking News

Serokê Amerîka George Bush piştevanî li John McCain dike

Serokê Amerîka George Bush roja sêşembîyê gotarek arasteyî nunerên pişikdar li Civîna Niştimanîya Komarîyan li bajarê St. Paul li wilayeta Minnesota kir û got kandîdayê Komarîyan bo serokatîyê John McCain amade ye ku bibîte qumandarê hêza Amerîka yê bihêt.

Serok Bush ku bi rêka satelaytê ji Seraya Sipî ve di axift got Amerîka divîya li ser ragirtina êrîşên terorîstan berdewam bît berî ew êrîş bêne kirin.

Wî McCain weku Amerîkîyek mezin binav kir yê ku ew meraq û dîtine heye ku welatî pêdivi pê heyî û wi herwisa pesna pişgirîya McCain ji zêde kirina serbazan li Iraqê kir.

Her roja sêşembîyê demek kurt berî Laura Bush xanima yekem ya Amerîka bi axivît, dengê çend teqînan li nêzîk bingehê Civînê hate bihîstin û qumandarê polîsê St. Paul gote Dengê Amerîka gaza rondikrêj hatîye bi karanîn bo belavpêkirina xelkê li ser şeqaman ku rêk girtibûn.


XS
SM
MD
LG