Serokê Qubrisê Dimitri Cristophyas û rêberê Qubrisa Turkîye Mihemmed Elî Telat îro çarşembîyê bi awayek fermî danustandinan li ser çareser kirina wê lêkveqetîyana bi dirêjahîya 35 salan ya girava Mediteryanê dikin.
Dîplomat dibêjin ev çende derfetek herî baş e bo serhevrî kirin û yekxistina Qubrisê piştî ku danûstandinên bi salan di wî warî de bi sernekeftine.
Herdu alî dibêjin ew pêgîrin li ser hindê ku domahîyê bi wê perçe perçe bûnê bînn.
Alîkarek Telat dibêjît ku ewe rojek dîrokî ye.