Senatorê Amerîkî John McCain berbijarîya ji partîya Komarî bo serokatîyê qebul kir tevî soz û gazîya bo guhorîn û dengên dengderên Komarî, serbixwe û yên biryar nedayî.
McCain roja pêncşembîyê got eger ew li meha 11 bête hilbijartin bi gotina wî "dê guhorîn were jibo wê qerebalixa Washington ku tu tiştekî nakin û ewên kevn ku her xecîyê dikin û xwe datînin rêza yekê , welatê xwe datînin rêza duwê."
Wî li roja dawî ya Civîna Niştimanî ya Komarîyan axift ku ew wek berbijarê serokatîyê û Fermandara Alaska Sarah Palin jî wek cigira serokî destnîşan kirin.
Qanundanerê ji wilayeta Arizona balê kişand ser karê xwe yê digel Demokratan li demên buhurî û soz da ku ew dê di dema serokatîyê de ew hevkarî bidomîne û partîzanîya ku li Washington tê meşandin bi dawî bîne.
McCain got cudahîyên mezin hene li navbera wî û hevrikê wî yê ji partîya Demokrat Barack Obama. Wî got rêza wî bo Obama heye û ew pê gelek xweş e belê wî bi berdewamî got Obama dê bacê bilind bike û xercîyên hikumetê zêdetir bike.
Daxuyanîyeke ji alî bizava hilbijartina Obama hate belav kirin dibêje McCain di ser guhê xwe re davîje ku ev senatorê Arizona ev 30 salin ku herwisa parçeyeke ji wê "qerebalixa Washington yên ku tu tiştekî nakin."