Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heftemîn salvegera hêrîşa terorîstî ya 11ê Îlona sala 2001ê


Li seranserê Welatên Yekgirtîyên Amerîka plana rêûresman heye jibo ku rêz li qurbanîyan bê girtin. Nêzî 3000 kes hatin kuştin dema ku çar firokeyên rêwîtîyê yên hatibûn revandin xwe li burcên cêwîk yên bajarê New Yorkê yên Navenda Bazirganîya Cîhanî, li Washingtonê xwe li Pentagonê û li Pennsylvania jî xwe li erdekî xistin.

Li demjimêr 8:46ê serê sibehê bi dema rojavayê Amerîka dê deqîqeyek bêdengîyê bê ragihandin li wê dema ku firoka yekem xwe li burca bakur ya Navenda Bazirganîya Cîhanî xistibû.

Demek paş wê, serokê Amerîka George Bush sibeha pêncşembîyê herwisa li cihê bîranînê axaftinekê bike li Pentagon bo rêzgirtina li 184 qurbanîyên ku li wê derê hatin kuştin.

Kandîdadyên serokatîyê John McCain û Barack Obama jî dê beşdarî rêûresman bibin. Obama dê beşdarî rêûresma li nêzî cihê Navenda Bazirganîya Cîhanî bibe û McCain jî li ya li Pennsylvania bibe.

Herdu berbijar piştra dê di Kombûna bê alî ya Xizmeta Niştimanî de li bajêrê New Yorkê axaftin bikin li ser bizavên bîranîna 11ê Îlonê û girîngîya xizmeta niştimanî.

Di rêûresmên îro da navên qurbanîyan jibo bîranînê dê bêne xwendin.

Di destpêka vê heftîyê de li Firokexaneya Boston Logan avahîyek bîranînê hate danan jibo bîranîna qurbanîyên hêrîşa terorîstî. Du ji firokeyên ku hatibûn revandin li vê firokexanêyê bi rê ketibûn.

XS
SM
MD
LG