Breaking News

Li Xaneqînê heft serbazên Kurd hatin kuştin

Karbidesên Iraqî dibêjin bi peqîna bombekê li bakora rojhelata Bexda heft serbazên Kurd hatin kuştin.

Mehemed Mella Hesen berpirsê qeza Xaneqîn ew nûçe bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka pişt rast kir û ragehand ew hêriş bi rêka bombeka çandî hat kirin û di encam de heft Pêşmerge hatin kuştin û du Pêşmergên dî birîndar bun.

Jêder dibêjin ew bomb li nêzîkî gundê Duman, li Xaneqîn, bi karwanê fermandekê hêzên Pêşmergên Kurdistanê ser bi lîwa 34 teqiye.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.(Dem 1:02)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG