Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Neteweyên Yekgirtî êrîşa li ser balyozxana Amerîka li Yemenê mehkum kirin


Amerîka û Neteweyên Yekgirtî êrîşek ji alîyê milîtanên Îslamî ve bo ser balyozxaneya Amerîka li Yemenê mehkum kirîne ku di encam de 10 kes hatine kuştin dinav da kesek Amerîkî jî.

Karbidestan gotin milîtanan otomobîlek bombekirî bikaranîne û herwisa dinav vê êrîşê de roja çarşembîyê narincok û çekên otomatîk bikaranîn li San'a ya paytextê Yemenê.

Nobetdarê Yemenê û polîsî bersîva wan teqe kirinan dan û rêk nedane ku êrîşber bigehêne dîwarêt parastina balyozxanê.

Di encama wê êrîşê da şeş endamêt hêza tenahîya Yemenê û çar kesên peyade hatine kuştin dinav da jinek 18 salî ya Amerîkî û hevjîyê wê yê nû pêre zewicî ku kesek Yemenî bû hene.

Hejîyî gotinê ye ku dinav êrîşê de şeş êrîşber jî hatine kuştin.

Serokê Amerîka George Bush dibêjît ew êrîşe carek tînit bîra mirovî ku Amerîka digel tundrêyêt îdeolojîk di şerrê de ye.



XS
SM
MD
LG