Yekîtîya Ewropî dibêjît Îran nêzîktir dibît ji hebûna kelûpelêt pêdivî jibo çêkirina bombek atomî eger ew bixwazit wî karî cîbicî biket.
Yekîtîya Ewropa ya 27 welatî rewşa sebaret Îranê weku huşdarîyê binav kir dinav ragihandinekê de ku roja çarşembîyê li Vîyana ji alîyê balyozê Fransa bo ajansa navokîya navnetewî ve hate xwendin.
Fransa niha serokatîya biger ya Yekîtîya Ewropayê diket.
Ragihandina Yekîtîya Ewropa herwisa dibêjît weku xuya Îranê programek kevn ya navokî hebûye ser rayî hindê ku Îran wê çendê red diket û didete zanîn ku monêt wê zêde bûyne piştî Îran rêk nedaye vekolînên Neteweyên Yekgirtî li programa wê ya navokî bête kirin.