Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asmangerekê Çînî geryaneka dîrokî li valahiya asmanî encam da


Asmangerê Çînî Zhai Zhigang di geryaneka dîrokî ya valahiya asmanê de li nav gemiya asmanî derçû û bo demê 15 xolekan li valahiya asmanê çû.

Bi vê destkeftê, Çîn dê bîte sêyem welat, piştî Yeketiya Sovêt û Amerîka, ku asmangerên wî li valahiya asmanî biçin. Wêneya vidyoyî ya derçûna Zhigang li gemiya asmanî bi şêweyekê zindî bo milyona temaşevanan li Çîn û welatên dî hat belav kirin.

Ev geryana valahî wekî pêngaveka girin ya Çînê dête dîtin ji bo ava kirina bingehekê herdem li valahiya asmanî.

Çînê herwesa armanca xwe ragehand bo hinartina gemiyekê bo ser heyvê li sala 2012.

XS
SM
MD
LG