Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li cejina Remezanê bi kêmî ve 20 kes li Iraqê hatin kuştin

Polîsêt Iraqî dibêjin bi du hêrişêt bomba dijî du mizgeftêt Sî`a li Bexda bi kêmî ve 16 kes hatin kuştin û 30 kesêt dî birîndar bun.

Ew hêriş roja pêncşembî hatin kirin di demê nivêja cejina Remezanê de ku dibîte dumahiya meha Remezana pîroz li nik Musilmana.

Karbidest dibêjin otombîleka bombekirî hêriş kire ser mizgeftekê li taxê Zeferaniye. Herwesa hêrişberekê xwekuj li mizgefteka dî her li Bexda xwe peqand.

Li parêzgeha Diyale, karbidestêt parastinê dibêjin bi kêmî ve çar kes hatin kuştin demê çekdara teqe li otobîsekê kirî.

Bi aliyekê dî ve, leşkerê Amerîkî li Iraqê ragehand ku hêzêt hevalbenda şeş tîroristêt gumanlêkirî li Musil û Bexda girtîne.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG