Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di hêrişeka leşkerê Amerîkî de 11 Iraqî hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî li Iraqê ragehand ku pênc çekdar, sê jin û sê zarok li hêrişeka Amerîkî hatin kuştin, piştî çekdarekê gumanlêkirî êlegeka bombên xwekuj peqand.

Leşkerî ragehand teqe li serbazan hate kirin piştî çûne nav malekê ji bo girtina tîroristekê gumanlêkirî. Piştî hingî çekdarekî êlegeka bombên xwekuj peqand.

Leşkerî ragehand ku pênc tîrorist, sê jin û sê zarok di wê hêrişê de hatin kuştin.

Herwesa du helîkopterên Black Hawk yên leşkerê Amerîkî li Bexda keftine xar û serbazekê Iraqî hat kuştin û du serbazên Iraqî û sê yên Amerîkî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG