Komara Misrê wezîrê xwe yê derve hinarte Iraqê bo cara yekê her ji demê nêzîkî 20 salan bi mebesta şirove kirina têkelîyên herdu welatan.
Wezîrê Derveyê Misrê Ehmed Ebu'l Xeyd ligel hevberê xwo yê Iraqî Hoşyar Zebarî kom bû. Herwisa duhî yekşembîyê seredana avahîya balyozxana Misrê li Bexda kir.
Karbidest dibêjin herdu alîyan danustandin kirin, sebaret bi harîkarîya Misrê bo Iraqê di warê avedan kirinê da û hevkarîyê di kertê petrolê bi pişikdarîya wezîrê petrolê yê Misrê Samih Fehmî di danustandinên hatî kirin.
Çi wezîrên derveyên Misrê seredana Iraqê nekirîye her ji sala 1990ê, li demê hêzên Iraqê Kuweyta hevsinor dagirkirî.
Misrê nunerên xwo yê diplomasiyê ji Iraqê vekêşand li sala 2005ê, piştî El Qaîde pêşvenêrê Qahîre li Bexda kuştîn.