Endamên Hamasê li parlamana Felestînê roja duşembîyê gotin piştî 8ê meha 1 ew Mahmud Abbas êdî weku serok nas nakin.
Qanundarêjên Hamasê daxwaz kirin ku birêz Abbas, rêberê bizava Feth ya rikeber heta roja çarşembîyê fermanekê derêket ku hilbijartinên nûyêt serokatîyê dinav sê mehan de bêne birêve birin ku ew dibêjin dê ligel domahî hatina demê gera wî ya serokatîyê birêk bikevit.
Alîkarên birêz Abbas gotin ew biryare weku xuya bi merema zêdekirina givaşê ye li ser serokî berî bizavek ji alîyê Misrê ve ku navberîya rêkeftina parvekirina desthilatê li navbera herdu destekêt siyasîyêt Feth û Hamasê de biket.
Endamên Fethê dayîne zanîn ku gera sîyasîya birêz Abbas dê li meha 1 sala 2010ê bi domahî bêt.