Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrîşa muşeka Amerîkî bi kêmî neh kes li Pakistanê kuştin


Hêrîşa muşeka Amerîkî bi kêmî neh kes kuştin, ji wan milîtanekî Ereb li devera Wezîristan ku dikeve bakura Pakistanê li dirêjahîya sinorê Afganistanê.

Karbidestên Pakistanî û şahid dibêjin ku li duhî pêncşemê du muşek maleke li gundê Tapî keftî ku ew male mala piştevanên Taliban bû ku li nêzîkî bajarê serekî yê Mîranşahr e.

Ne karbidestên Pakistanî ne yên Amerîkî çî têbînî li ser wê hêrîşê nedan.

Ew hêrîşa muşekan hate kirin piştî du peqînên bomba li duhî pêncşemê li Pakistanê. Polîs dibêjin bombehilgerekî hêrîş kiriye ser bingehekî polîsan li Îslamabad û bi kêmî heft kes birîndar kirin.

Karbidest dibêjin ew hêrîşa diduwê hate kirin li nêzîkî zindana li bakura rojava devera di bi kêmî 10 kes hatin kuştin ku sê ji wan zarok bûn.

XS
SM
MD
LG