Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanundanerekî Şî'a li Iraqê bi bombeke li ser rê veşartî hate kuştin


Peqîna bombeka ser caddê li Bexda bi kêmî endamekî binavûdeng yê grupa Şî'a yên Iraqê ku bi rêve diçît ji alîyê Muqtada El Sadr ve hatîye kuştin.

Karbidestên Iraqî dibêjin peqîna wê bombe ya duhî pêncşembê li nêzîkî otomobîlekê ku ew endamê partîya Şî'a têde bû li taxa Sadr qewimî.

Karbidest dibêjin herwiha mirovekî din kefte ber wê hêrîşê û hatîye kuştin.

Karbidestê Amerîkî balyoz Ryan Crocker û General Raymond kuştina wî endamî mehkum kirin û dibêjin ew kuştin, kuştineka gunehbarî û xerab bû.

Herwiha duhî pêncşemê qumandarekî bilindî leşkerê Amerîkî got ew çaverê dike zêdebûn di tundûtûjîya de bête kirin berî hilbijartinên herêmî yên Iraqê li destpêka sala bêt.

XS
SM
MD
LG