Kandîdayên serokatîya Amerîka John McCainê Komarî û Barack Obama yê Demokrat çend heftî berî hilbijartinê planên xwe yên seqamgirîya aborîya Amerîka pêşkêş kirin ku tuşî giriftan hatîye.
Senator Obama plana demî ya pare danê pêşkêş kir bo bacên kompanyayên ku dikarin linav Welatên Yekgirtîyên Amerîka karên nû bixuliqînin .
Li dema helmeta duhî duşembîyê li wilayeta Ohio, Obama herwisa rakirina cezayên li ser vekêşana pol li hesabê wextê xanenişînan ya heta 10 hezar dolaran pêşkêş kir û rê li bankan jî digre ku nehêlin xelk xanîyên xwe bicêh bihêlin jiber ku nikarin polên mehane bidin. Helmeta wî dibêje ev bernivîsa hanê li nav du salên bihêt de 60 milyar dolar xerc divêt.
Senator McCain balê kişand ser çend gavên kêşeya aborî di helmeta xwe ya hilbijartinê de li Virginia û Carolina Bakur.
McCain got ew dixwaze bacan kêm bihêle, hesabê xanenişîna karkeran biparêze û xweyî li xelkê derkeve yên ku bi gotina wî jiber "zêdegavîyên Wall Street û Washington" zirar dîtine.
National polls show McCain trailing Obama ahead of the candidates' last televised debate Wednesday.