Hikumeta Amerîka bi buhayê 250 milyar dolaran sehmûsenedêt banqên taybet dikirît û garantîyêt hikumetê jibo deyn û paşkeftan dinav banqan de zêde diket ew jî dinav bizava herî dawîyê de ya hawar çûna pêşesazîya diravî.
Li demê ku roja sêşembîyê li Seraya Sipî diaxivît serokê Amerîka George Bush got ew hêvî diket ku ew plan carek din aramî û piştrastbûnê vezirvirînît nav wê sîstemê û banqan dine bidet carek din dest bikin bi deyndanê bi xelkê û aborîzan dibêjin bazarêt ihtîbarê yên çeqîyayî gefa hindê dikin ku aborîya cîhanê bikevîte nav qeyran û alozîyê.
Birêz Bush dibêjît sermayeguzarîya mezin ya hikumetê dinav banqan da bi merema hindê nîne ku bazara azad bikirît yan jî nehêlît belku jibo hindê ye ku wê carek din vejînit.