Polîs li Fînlanda çar berguman girtin ku guman heye agir bi balyozxana Turkîye li Helsînkî xistine.
Polîs dibêje êrîşbiran îro sêşembîyê agir avêtine nav avahîyê û derîyê pêş şewitandine.
Karmendekî balyozxanê jiber bêhn kêşana dûwê agir hatîye çareser kirin.
Polîs dibêje dibe ku jiber egerên sîyasî êrîş hatibe kirin jiber ku her çar kesên hatine girtin Kurdin.
Cudaxwazên Kurd şerrê gerîlla yê dem dirêj li dijî Turkîye dikin jibo Kurdistaneke serbixwe.