Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî kontrola parêzgeha 12 kire destê hêzên Iraqê




Leşkerê Amerîka kontrola parêzgeha Babîl ya ku di wextekî de cihê tundûtujîyê bû kire destê hêzên Iraqê ku bi vî awayî ji nav 18 parêzgehan ev dibe ya 12a ku kontrola wê dikeve destê hêzên Iraqê.

Di rêûresma destveguhestina kontolê de roja pêncşembîyê komandarê duwê yê Amerîkî li Iraqê Lutenant General Lloyd Austin got serkeftinên tenahîyê li vê parêzgeha navendî ya ku li başura Bexda ye gelek girîngin ku hêrîş li sala buhurî 80% kêm bûne.

Şêwirmendê Niştimanîyê Iraqê Muwafiq El Rubaî dibêje ev destveguhestina kontrolê nîşan dide ku hêzên Iraqî li Babîlê gihîştine wê raddeyê ku xwe bi xwe têra xwe dikin. Sekretera Çapemenîyê bo Seraya Sipî Dana Perino got destveguhastin mînakek din e bo bi pêşvexistina tenahîyê.

Di vê navê de komandarekî bilindê Amerîkî General John Kelly ji peyamhinêran re roja pêncşembîyê got heke hilbijartinên parêzgehan baş derbaz bibin, li parêzgeha Anbar ya li rojava, dibe ku ew jimara serbazên Amerîkî kêm bikin. Komandarî got li vê parêzgeha ku berê bingeheke qewî ya xirabkarîyê bû, tundûtûjî bi şêweyek balkêş kêm bûye.

Li navenda Bexdayê roja pêncşembîyê hêrîşbirekî xwekuj otomobîla xwe bi ser karwana Wezîrê Karê Iraqê Mahmud El Radhî ve peqand û 11 kes kuştin belê çi tişt bi wezîrî nebû.


XS
SM
MD
LG