Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs – Giriftên Aborî li Îranê


Vê dawiyê hikûmeta Îranê karek kir ko kêm jaran wî karî diket. Ew jî gohartina biryarekê bo di bersîva nerazîbona hevwelatîyên Îranê de. Piştî bazirgan û bikiran li Tehranê û bajarên din yên Îranê dest bi mangirtinê kirin u dergehên dokan û kompanîyen xwe ji bo çend rojan girtin weko dijkiryar li hemberî biryareka nû ya hikometê ya di warê bacê de, ko rijîma Îranê ew biryara xwe heta salekê helpisart.

Ew bac dê bi sê ji sedê baca niha heyî li ser kirîna gelek kelûpelan zêde biba, li demekê ko rêjeya giraniyê li Îranê di bilind bûnê de ye. Li meha (9), îsal rêja fermî ya giranîyê gehişte %29.

Yêketiyên bazirganiya azad dinav Îranê de mohleta kar kirinê nîne, lê be lê dinav çend salên dawiyêda , gelek gropên karkerên Îranî – şofêrên basan, kirêkarên warê çinîn û çandinê, kirêkarên karxanên qendê û mamostayên xandingan û yên din – li dijberî dest û darên bi gefe yên kar kirinê û wernegirtina moçeyê mehê, xwenîşandan kirine. Hikûmeta Îranê berdewam rêkê li xwe nîşandanan digirît – gelek caran bi rêka tond û tîjî yê ve – û rêberên kirêkaran digirît.

Mansûr Osanlû, serokê sendîkaya karkerên Tehranê û kompnîya ya basên nav bajarî, mînakek wê çendê ye. Ew berdawam hatiye girtin û zîndanî kirin liber bizavên xwe yên damezrandina yêketîk serbixwe ya kirêkarî û piştrast kirina bîmeya kar ji bo karkerên basên mosafir helgir.

Girtina wî ya dawiyê li maha 7 sala 2007 ê çêbû, demê ew bi lêdan û kotan li nav basekê li Teharanê peya kirin. Li demekê de ko rewşa saxlemî yawî nebaşe, ew bo midehê pênc salan di zîndanê de boye, li ber tometa tiştê dibêjnê goneha kar kirina li dijberî parastina rêjîmê . Hewjiya birêz Osanlû dibêjît hewserê wê bê goneh hatiye girtin, û tinê liber hidê hatîye girtin ko berewanî ji mafên xwe û karkerên wek xwe kiriye.

Rêkxistiya Lêxoşbona Mafên Mirov ya nawneteweyî, Fedrasyona Nawneteweyî ya Karkerên Bazirganiyê, û Konfedrasyona Yêketiyên Bazirganîya Nawneteweyî daxaza bê şert û merc ya azad kirina Mansûr Osanlû kirîne û piştgîrîya xwe jibo bizawa yêketîya serbixwe ya bazairganîyê li Îranê ragehandine.

Amerîka jî li gel wan alîyan, daxazê li hikûmeta Îranê diket ko Mensûr Osanlû û hemî zîndaniyên din yên Îranî azad biket bi merema dine dana mafên destpêkî yên aborî dinavde çalakiyên aştiyane yên yêketiya bazirganiyê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG