Bizavên bo hilbijartina serokê Amerîka dikevin heftîya dawîn û herdu berbijar berî hilbijartina li çarê meha 11 axaftinên xwe yên dawîyê dikin jibo dengderan.
Berbijarê partîya Demokrat Barack Obama û yê Komarî John McCain roja duşembîyê li wilayeta Ohio bizavên xwe yên bo hilbijartinê birêve birin û îro roja sêşembîyê jî dê li Pennsylvania dest bi bizavan bikin berî ku herin wilayetên din yên girîng ku li wan wilayetan rewşa herdu berbijaran gelek nêz e.
Barack Obama yê Demokrat xuya ye ku hêjta li pêş e di vekolînên niştimanî de û li piranîya wilayetên girîng yên ku dê di hilbijartina heftîya were de biryarê dîyar bikin.
Belê Obama ji qerebalixa li Ohio re got divê ku ew hilbijartinê wek fersendek bibînin û derkevin derve bo dengê xwe bidin û di rojên dawî yên bizava hilbijartinê de karekî xurt bikin.
Obama balê kişand ser peyama xwe ya guhorînê û yekgirtinê li rojên dawîyên bizavê. Wî got eger bêt û ew bête hilbijartin ew dê tevî Demokratan û Komarîyan welatî bike yekgirtî da ku karibin li hundurê welêt li hember kêşeyên aborîyê û li derve li dij kêşeyên tenahîyê şerr bikin.
Senator McCain herwisa li Ohio bizava xwe ya hilbijartinê birêve bir û balê kişand ser kêşeyên aborîyê ku li dû vekolînan pirsa herî girîng e bo hilbijartinê.
McCain dîsa dûr bûna xwe anî zimên ji rêbazên serok Bush yên bo aborîyê û dubare kir ku Amerîkî guhorînê dixwazin.
McCain herwisa hêrîşên xwe yên ser pêşnîyazên Obama yên bo bacê berdewam kirin ku hin piştevanên wî ew pêşnîyaze dijbînin sosyalîzmê.
Berbijarên bo hilbijartina serokatîya Amerîka giranîyê didine ser kêşeya aborîyê
- Jim Malone