Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reklama Obama ya bo bizava hilbijartinê li ser televizyonan belav bû


Berbijarê serokatîya Amerîka Barack Obama di reklamek televizyonî de ku roja çarşembîyê ber êvarkî hate belav kirin, balê kişand ser soza xwe ya bo guhorînê. Hevrikê wî John McCain, bi tûjî rexne li ew reklame girtin.

Li reklama ku nêzî nîv seatan belav bû û ku ji belav kirina wê re bo milyonan dolar divê, Obama soz da ku ew dê alîkarîya çîna navendî bike û dê bacan jibo piranîya Amerîkîyan kêm bike. Senatorê Illinois herwisa soz da ku rêbazên Amerîka yên Iraqê biguhorîne û hindek pareyên ku li ser wê derê têne xerc kirin di karên hundurîn de bi kar bîne.

McCain di axaftina xwe de li Floridayê hêj berî ku ew hatibû belave kirin rexne li reklamê girtin. Senatorê Arizona got derfeta Obama heye ku reklamê bide belave kirin jiber ku wî xweyîtî li soza xwe nekirîye û pareyên bizava gelerî bikar anîye bo berhev kirina piranîya bexşên kesayetî yên bi taybetî.

McCain herwisa got pêşnîyarên Obama yên aborîyê dê bacan zêdetir bike û zerarê bide aborîyê.
Di hevpeyvînekê de digel kanala ABC roja çarşembîyê Obama got bêguman pareyên ku bizava bo hilbijartina wî berhev kirine ne bi balkêşî zêde ne belê wî got ew pare ji gelê adetî hatîye civandin ne ji lobîyîstan an jî ji qazancek bi taybet.

Herdu berbijar roja çarşembîyê berî hilbijartinên sêşembîya bet, li wilayetên girîng bizavên xwe yen hilbijartinê birêve birin.


XS
SM
MD
LG