Amerîkanî jibo ku serokekî nû, 435
endamên Civata Nuneran û 1/3 endamên Civata Senatoran hilbijêrin îro
diçin dengê xwe didin. Buhatirîn û dirêjtirîn bizava hilbijartinê ya
dîroka Amerîka li paş ma.
Berbijarê
Partîya Demokratîk Barack Obama û yê Partîya Komarî John McCain di roja
dawîna bizavên xwe de çûn gelek wilayetan û axaftinên xwe yên
hilbijartinê kirin.
McCain li heft
wilayetan ji gel re axift û Obama jî li Virginia, Carolina ya Bakur û
li Florida bizava xwe birêve bir ku ev hersê wilayet di hilbijartinên
sala 2004an de dengê xwe dabûn Komarîyan.
Barack Obama duhî li
Florida dest bi axaftinê kir ku li gorî vekolînên gelerî herdu berbijar
li vê wilayetê gelek nêz li hember hev xuya dikin.
Hemu
vekolîn nîşan didin ku Obama bi 7 puan li pêş e. Encama vê hilbijartinê
dê li dû dengên ji çend wilayetên wek Carolina ya Başur û Virginia
dîyar bibe. Li van wilayetan dengên jibo Obama û yên jibo McCain gelek
nêzî hevûdu xuya dikin ku her vekolîn jî dikin ku şaşîyê bikin li ser
texmînên ji van wilayetan.
Berbijarê Komarîyan McCain jî vê sibehê got ew dê li cihê seredana xwe ya yekê ya Florida ew dê serkeftî be.
McCain duhî tevî Florida li heft wilayetên ku bawer dike ew dê serkeftî be axaftin kirin.
Herdu
berbijarên bo cîgiratîya serokî jî bizavek girîng kirin bo xelkê qanî
bikin ku herin dengên xwe bidin. Berbijara bo cîgirayetîya serokatîyê
fermandara wilayeta Alaska Sarah Palin tevî Iowa li pênc wilayetan
axaftin kirin.
Berbijarê Demokratan
bo cîgiratîya serokatîyê Senator Joe Biden jî li wilayeta Missouri bû
ku di van 50 salên dawî de her serokê hatîye hilbijartin li wir
serkeftin bi destve anîye.
Alîkarên
Obama duhî ragihandin ku dapîra wî ya 86 salî koça domahîyê kirîye.
Obama di daxuyanîyekê de dapîra xwe ya Madelyn Dunham wek movika
malbatê binav kir.
Her kî biserkeve dê bibe taybetîyek di dîroka
Amerîka da. Eger Senator Obama biserkeve dê bibe Amerîkanîyê yekem yê
bi resen Afîkî. Eger Senato McCainê 72 sali biserkeve dê bibe pîrtirîn
serokê Amerîka ku di gera yekê ya wezîfê de tê hilbijartin û Sarah
Palin jî dê bibe yekem jin ku dê bibe cîgira serokî.
Ji
alî pareyên ku hatine xerc kirin bizavên hilbijartinê yên vê carê jî
bilindtirîn rekor bi destve înan. Herdu berbijaran jibo bizavên xwe
zêdeyî milyarek dolarî pare civandin. Obama para mezintir bi destve
anî, vî berbijarê Demokratan tenê li meha neh Îlonê 150 milyon dolar
civandibûn.