Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John McCain di hilbijartina serokatîya Amerîka da bisernekeft


John McCain sernekeftinê li xwe danî û got Barack Obama di hilbijartina serokatîyê de biserkeftîye.

Senator Mcain li wilayeta xwe ya Arizona ji piştevanên xwe re got demek kurt piştî ku piranîya cihên dengdanê hatine girtin wî ji hevrikê xwe yê ji Partîya Demokratîk re telefon vekirîye da ku pîrozbahîyê lê bike.

McCain got wî ji Obama re gotîye ku ew heyran maye bi jêhatîbûna Obama ku karibûye hêvîyê têxe dile bi milyonan Amerîkîyan. McCain got jibo alîkariya birêz Obama ew çi ji destê wî bêt dê bike bo welatî bihevre bikin yekgirtî û bextewarîyê bo welatî jinûve bidestve bînin û tenahîya Amerîka biparêzin.


XS
SM
MD
LG