Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernvîs - Amerîka serokê nu helbijart


Li helbijartina ko bi yêk ji girngtirîn helbijartina di dîroka Amerîka da dihête nasîn, Barack Hussên Obama bi serokê 44 yê Welatêt Yekgirtî yêt Amerîka hat helbijartin. Nizîkî 135 milyon Amerîkîyan li helbijartina serokayetiyê ya ev sale dengê xwe da. Nizîkî pênc û du li sedê ji wan dengê xwe da rêzdar Obama ku babê wî xelkê Kînyaye û dayka wî Amerîkîye. Bi wê dengdanê wan yêkemîn Efrîqiyê Amerîkî bo serokatiya Amerîka helbijard.

Bo gelek Amerîkiyan, ji her bîr û bawerekê û rengekî bin, eve pêngaveka mezin bu li bizava bi sedan salan berev wekheviya nijadî û xebata civakî û siyasî ya bi dehan salan bo nehêlana qanonêt ferq û cudahiyê û bo gohorîna hizir û bîra civakê û bo vekirna rêka derfet û delîvan bo her Amrîkiyekî ji her nijadekî bin, jin bin yan mêr û ji her çîneka civakê bin.

Berbijarê serokaytiyê yê komarî John McCain li gotara xwe ya berdananê bi ciwanî behsê vê çendê kir:

“Berî sed salan Theodore Roosevelt demê Booker T Washington mêvan kirye şîvê li Serya Spî gelek alî tore kirin. Amerîka evro dinyayekê dire ji dilreqî û ferq û cudahîya li wî demî dihate kirin. Baştirîn belge li ser hindê helbijartina Efrîqîyekê Amrîkîye bo serokatîya Welatêt Yekgirty yêt Amerîka.”

Li gotara xwe ya serkeftinê serokê helbijartî Obama bi rohnî û bi eşkere ev gotine dubare kireve:

“Eger hêşta kesek habit şik û goman hebit ku Amrîka ciheke ku îhtîmala her tiştekî lê heye, kesek bit ku hêşta wê hizirê biket ku xewna damezrênerêt me di wextê me da her ya may, kesek bit ku hêşta şik û goman liser desthelata dîmokrasiya me heye, ev şeve bersiveke bo wî.”

Serok George W. Bush di peyvekê de bo pîrozbahiyê li serokê helbijartî Obama got “ ne şerte wan çewa dengê xwe da bin, hemî Amerîkî dişên serbilindiyê bi dîrokê biken ku wan çêkir. Wan hêza dîmokrasuiya Amerîka bo cîhana ku berê xweda wan dîiyar kir. Me berev yekgirtineka xurtir pêngav havêt.

Wan serokek helbijard ku jiyan û xebata wê nîşana serkeftina Amerîkaye, ew jî xebat û geşebînî û bawerî bi soza gelê meye. ”Nuke helbijartin bi domahî hatin û kesê hatiye helbijartin diyar bu, vêca liser herdu aliyan dimîne ko bihevra kar biken bo çareser kirina girftariyêt ru bi ru Amerîka dibin.

Her weku serokê helbijartî li gotara xwe got “serok Lincolin gote gelê me ku hîngî gelek pitir ji nuke cuda bon em dujmin û neyarêt yek û du nînîn, belku em dostîn. Herçende ku renge hest û soz girj û dijwar bin, lê nabit rijtiya me bişkênin.”

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG