Barack Obamayê bi serokê Amerîka hatîye hilbijartin du kes ji alîyê herdu partîyên serekî ve li Washingtonê binav kirîne ku pişikdarî kombûna tevî şandên derve bin dinav civînek darayî ya cîhanî da ku roja pêncşembîyê li paytextê Amerîka dê dest pê bibit.
Karbidest dibêjin Wezîra Derveya Amerîka ya berê Madeleine Albright ya Demokrat û endamên Kongresê yê berê Jim Leach yê Komarî dê nuneratîya birêz Obama bikin dinav vê kombûna ji alîyê 20 welatên cîhanê de.
Bi serok hilbijartî Barack Obama pişikdarî vê civînê nabit û ligel şandêt derve dîdarê naket li demekê da ku ew hêjta bi fermî neçûye ofîsê.
Alîkarên wî dayîne zanîn niha li vî demî da tenê yek serok li Amerîka heye. Serok George Bush daxwaza wê kombûna welatên herî dewlemendên cîhanê û kompanyayên herî mezin kir da ku rêkê li alozîyên diravîyên zêdetir bigrin.