Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yek ji mezintirîn aborîya cîhanê bizavên xwe kêm kirin


Bazara sehmûsenedên Amerîka roja pêncşembîyê bi bazareke bê hizr bilind bû. Kompanya Dow Jones Industrial Avarage bi 554 puanan nêzî heft li sedê bilind bû û rojê bi 8.836 girt. Ya S&P 500 herwisa heft li sedê bilind bû bi 59 puanan û bi 911 hate girtin û NASDAQ jî şeş û nîv li sedê bilind bû bi 97 puanan gihîşte 1.597.

Sêyem aborîya mezintirîn li Ewropa Almanya bi fermî rewşa hêdî kirina bizavên aborîyê ragihand li welatî piştî ku li nav sê çaryekan 0.5 li sedî derb lê ket û dinav duyem çaryekê de jî 0.4 li sedê daket xwar.

Aborîzan tev bihevre di wê bawerîyê de ne ku hemu aborîyên welatên sazkarên pêşketî li cîhanê ketine nav rewşa hêdî kirina aborîyê an jî ew dê di demek nêz de têkevin nav wê rewşê. Jorgen Elmeskov rêveberê rêbaza Rêxistina Hevalbendî û Pêşvexistina Aborîyê OECD ye ku ji 30 welatên bi bazara serbest û sîstema demokratîk têne hukm kirin pêk tê dibêje:

"Em bi kurtayî dibêjin ku welatên OECD dinav rewşa aborîya xwe-hêdîkirinê de ne û dê welatên OECD bo demekê berdewam dinav vê rewşê de bin û çareserîya qeyranê dê piçek hêdî be. Gotina dawî ew e ku em di demeke gelek bi xeterde ne."

Bazarên mezin yen Asya pênc li sedê daketin. Yên Ewropa cuda cuda bûn wek Paris û Frankfurt rojê piçek bilindtir girtin belê ya Londonê nizimtir bû.


XS
SM
MD
LG