Breaking News

Kombûna G20 li Washingtonê dest pêkir

Kombûna Giropa 20 roja şembî li Washingtonê dest pêkir.

Serokê Amerîkî George Bush li destpêka kombûnê gotarek pêşkeş kir û got rêberên cihanê hevbîrin ku bûna bazarên vekirî û bazirganiya azad zor giringe.

Rêberên welatên pîşesaziyên serekî û welatên birev pêş diçin pişik darî di kombûna Washingtonê diken ku bi armanc ji bo çareser kirina kêşa diraviya cihanê ye.

Jêknegirî hene nêvbera rêberên cihanê li ser çewaniya tenah kirina sîstema diravî.

Serok Bush şeva eynî mîvandariyeke şîv xarinê li Seraya Sipî ji bo rêberên G20 rêkxist.

XS
SM
MD
LG