Breaking News

Rêveberîya Bush piştevanîya alîkarîya bo sazkarîya otomobîlan nake

Serok Bush û endamên Komarîyên Kongresê piştevanîyê nadin plana Demokratan bo alîkarîya sazkarîya otomobîlan ya welatî ku ketîye nav kêşeyê.

Demokrat dixwazin ku ji wî 700 milyar dolarên ku wek alîkarîyê hatibû ragihandin 25 milyar dolar jibo sazkarîya otomobîlan bête xerc kirin. Belê rêveberîya Bush piştevanîya wê planê nake û dibêje bêy planeke ku bazara otomobîlan zêdetir têxe berîkanî û pêşbirkê ew pare nayêne dan.

Peyivdarê Seraya Sipî dibêje Bush dixwaze piştevanîya vê sazkarîyê bike lê belê ew pare jibo kêşeya diravî hatîye veqetandin û ew naxwaze çi pare ji wê xercîyê jibo beşeke din bête vekêşan.

25 milyar dolar pareyek din ku ji alî Wezareta Hêzûtenhê hatibû veqetandin dê bête xerc kirin li ser nû kirina teknolojîya otomobîlan û îcad kirina otomobîlên ku bi kêmtir sutemenî têne bikar anîn.

Nunerên sazkarîya otomobîlan li Amerîka îro xwe amade dikin ku bi endamên Kongrê re jinûve bi peyivin. Sibê dê li Kongresê deng bête dan li ser plana bo alîkarîya kompanyayên otomobîlan.


XS
SM
MD
LG