Bazara sehmûseneda Japone Nikkei jinûve bilind bû îro bi 2.7% hate girtin. Ya Koreya Başur bi 3.7% bilind bû, li Hong Kongê jî bazara Hang Seng bi 4.5% bilind bû li kirîn û firotina berdestê sibehê.
Roja pêncşembîyê bazara Amerîka dakefte demê ku Kongressa Amerîka biryara alîkarîya bo sê mezintirîn sazkarên çêkirina otomobîlan li welatî bi paşvexist.
Kompanya S&P li 11 salên buhurî de îro bi 500ê dakeft, û Dow Jones Industrial Average ji sala 2003 heta niha dakeft ser nizimtirîn pilleyê.
Wezîrê Xezîna Amerîka Henry Paulson got çareserîya kêşeya aborîyê dê wextek jêre bivêt û planên çareser kirinê nikare bêne amade kirin li demê ku rewşa diravî hêdî hêdî dîyar dibe.
Vê heftîye rêveberên çêkirina otomobîlan li Amerîka ji Kongresê daxwaza qerzeke bi 25 milyar dolaran kiribûn bo alîkarîya vê sazkarîyê. Belê qanundaner dibêjin lazime kompanya plana jinûve avakirinê pêşkêş bikin berî ku pare bo wan bê dan.