Breaking News

Barack Obama endamên serekî yên tîma aborîyê radigihînet

Serokê nû hilbijartî Barack Obama xwe amade diket bo ragihandina navên endamêt serekî yêt tîma abori, da bizavên çareserîya dakeftina aborîya cîhanê destpêbikin.

Li demekê îro duşembîyê birêz Obama dê konferanseka rojnamevanî li bajarê Chicago girêdet û wa pêdiçit serokê civata îhtîyatîya federal li New York bibîte Wezîrê Xezîna Amerîkî û Wezîrê Xezînê li demê serokatîya Bill Clinton pêdiçit bo Civata Niştimanîya Aborî bête destnîşan kirin.

Alîkarê bilind David Axelrod duhî yekşembîyê got nexşa çareserîya aborî dê kefte ber destê rêveberîya nû, piştî birêz Obama li 20ê meha yek dest bi karî biket.



XS
SM
MD
LG