Breaking News

Dibêjin ku dê Robert Gates alîyê kêm salekê li ser wezîfa xwe bimîne

Karbidestên Amerîka dibêjin Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates razî bûye di posta xwe da bimînît demê Obama yê bi serok hatîye hilbijartin li meha yek, rêveberîyê bikîte dest.

Karbidestên nêzîk li wan behsûbêjan gotine dezgehên ragihandinê ku Gates dê alîyê kêm jibo salekê di posta xwe da bimînît, çi zanyarîyên demûdest li ser raportên roja sêşembîyê ne ji tîma veguhastina Obama û ne ji Wezareta Berevanîyê ve negehîştîye dest.

Gates ser bi Partîya Komarî ye, yê ku jibo muddehên du salan dinav rêveberîya serok George Bush da xizmet kirîye û Gatesê 65 salî herwisa weku berpirsê Ajansa Zanyarîyên Navendîya Amerika anku CIA, li jêr rêveberîya Bushê bab jî xizmet kiribû.

Destnîşan kirina birêz Gates dê bîte cîbicî kirina temam ya soza birêz Obama ku dabû zanîn ew alîyê kêm kesek Komarî dê dinav kabîneya xwe da bi cîh biket.


XS
SM
MD
LG